PAK: Em êrîşa bi mûşekan ya li ser Hewlêrê pêk hatîye bi tundî rûreş dikin

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyamek derbarê êrîşa moşekî ya do şev li Hewlêrê de belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.

"Şeva 15.02.2021ê  bi Mûşekan êrîşeke terorî li  ser paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê)başûrê Kurdistanê)  hate li dar xistin.

Li gorî lêkolînên hêzên ewlekarîyê yên Herêma Kurdistanê, di vê êrîşî de 14 mûşek hatine avêtin. Ku, piranîya wan li derûdora Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Konsolxaneya DYA û 2 ji wana jî li deverên sivîl ketine. Di encama vê êrîşî de kesekî canê xwe ji dest daye, 5 kes  jî birîndarin.

Ev êrîş, êrîşeke plankirîyê  ku ji alîyê dijminên gelê me û welatê me ve hatîye pêkhanîn. Belê, em van dijminên gel û welatê xwe dinasin. Û em ji wana re dibêjin; bi van êrîşên xwe yên terorîstî hûnê nikaribin bigihêjin armancên xwe yên qirêj.

Em ji malbat û kesûkarên hemwelatîyê xwe yê ku di vê êrîşîde canê xwe ji dest daye serxweşîyê dixwazin. Ji bo birîndaran re jî şifayê xêrê dixwazin.

Em bi hemî awayî li gel xuşk û  birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê ne.

Dubare em êrîşkerên terorîst  û piştgirên wan  rûreş dikin. 

Û em dibêjin; hemî êrîş û ev cûre êrîşên we yên terorîstî, yekitî  û hişmendîya me ya neteweyî, niştimanî bi hêztir dike."

16.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji ber beşdariya xwenîşandanan ceza li 2 hunermendên Kurd birî
Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Asayîşê bilind kirin
Li Îranê xwendekarek hat bidarvekirin
Muna Qehweçî: Gelê Kurdistanê zêdetir hincetan bo çalaknekirina parlamenê qebûl nake
Hespê xwe zîn bike, rêya me dûr e!