PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Giramî Bi Bîr Tînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di derbarê 83yemîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê de daxuyanîyek belav kir.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di derbarê 83yemîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê de daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Îro 83yemîn salvegera qetil kirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîrîyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.

Dewleta Tirkîyeyê li Dêrsimê amadekarîya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.

Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkîyeyê bû, roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin. Heta nuha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.

Em di 83yemîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

09.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'
Li Hisîçayê şahiya piştgiriya HSDyê hat lidarxistin
Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe
Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû
Larîcanî li ser dabeşbûna navxweyî rêveberên Îranê hişyar dike