PAK: Em cezaya ku ji ber bikaranîna navê Kurdistanê li Osman Baydemir hatîye birîn şermezar dikin

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, bi peyamekê, cezaya ku li Osman Baydemir ku ji ber ku di parlamentoyê de peyva 'Kurdistan'ê bi kar anîbû hate birrî şermezar kir.

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik:

"Em cezaya ku ji ber bikaranîna navê Kurdistanê li Osman Baydemir hatîye birîn şermezar dikin

 

Parlamenterê HDPyê Rêzdar Osman Baydemir ji ber ku li Parlamentoya Tirkîyeyê peyva 'Kurdistanê' bikar anîbû 12000 lîreyê tirkî ceza lê hate birîn. Em vê cezayê şermezar dikin.

 

Kurdistan ne îcada PAKê yan jî ya Osman Baydemîr e. Kurdistan, rastîyeke coğrafîk, etnîkî û dîrokî ye. Kurdistan îro navê welatekî ye ku miletê Kurd û gelek gelên weke Suryanî-Keldanî, Ermenî, Ereb, Tirk lê dijîn. 16.01.2018

 

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar