PAK: 32yemîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera 32emîn a Raperîna 1991ê, peyamek belav.

Daxuyaniya ku ji alîye Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ve hatiye belavkirin wiha ye:

 32emîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn(Serîhildan) destpêkir.

Ev raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê

raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûl kirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya.

Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Tu şika me lê nîne ku , li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

Em 32emîn salvegera Raperîna(Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

05.03.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serokê Teşkîlata Mêrdînê yê PWKê Nezîr Gelerî: Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Serok Barzanî: Çeka Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e
Fuad Husên û Eymen Sefedî çend mijarên hevpar gotûbêj kirin
Balafirgeha Kuweytê hat bombebarankirin
Berpirsê Hizbulaha Libnanê: Em çekan danaynin