Özçelik sersaxî ji hemû Kurdên Êzidî re xwest

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik bi peyamekê jiber mirina Wekîlê Mîrê Kurdên Êzidî birêz Mîr Kamîran Xeyrî Beg sersaxî ji hemû Kurdên Êzidî re xwest.

Peyama Özçelikî wiha ye:

 

“Wekîlê Mîrê Kurdên Êzidî birêz Mîr Kamîran Xeyrî Beg, li bajarokê Şêxan a li ser bajarê Duhokê,  jiber nexweşîya xwe çûye ber dilovanîya xwedê.  

 

 

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê, sersaxîyê ji Mîrê Êzidîyên Kurdistanê û Cîhanê birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg û ji hemû Kurdên Êzidî re dixwazim. Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cihê xwedê jê razî biheşt be.”

16.06.2020

Mustafa Özçelik 

Serokê Giştî yê PAKê

 

Doh danê sibê, wekîlê mîrê êzîdîyan bo karûbarên ayînî, Mîr Kamîran Xeyrî li nexweşxaneya bajarokê Şêxan yê Duhokê canê xwe ji dest dabû.

Mîr Kamîran birazîyê mîrê berê yê êzîdîyan Mîr Tehsîn Beg bû. Piştî ku Mîr Hazim Tehsîn Beg li dû bavê xwe bû mîrê êzîdîyan, Mîr Kamîran jî bû wekîlê wî bo karûbarên ayînî.

Mîr Kamîran sala 1955 li nahîya Baederê ya bajarokê Şêxan ji dayîk bibû û dê li wir jî were veşartin.

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’