Opozîsyona Îsraîlê li hev kir: Bêyî Netanyahû hikûmet tê avakirin

.

Partiyên opozîsyona Îsraîlê li ser avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê rêkeftin û peymana avakirina hikûmetê îmze kirin.

Reqîbê Serokwezîr Benyamîn Netanyahû, Serokê Yesh Atidê Yair Lapid eşkere kir ku wan bi partiyên din ên opozisyonê re li hev kiriye ku hikûmeta hevpeyman ava bikin û gihîştine hejmara pêwîst a kursiyên parlamentoyê.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîl cara çaran çûbû hilbijartinê û Netanyahû vê carê nekaribû hikûmetê ava bike.

Hat ragihandin ku wê serokê partiya Yaminayê Naftalî Bennett ku partiya pêncemîn a mezin e li parlamena Îsraîlê, bi Lapîdê re li hev kiriye ku bi dorvegerî serokwezîrtiyê bikin.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê