Omer Xerîbo: Em dixwazin li Parlamentoya Sûriyeyê komeke Kurdan ava bikin

.

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Sûriyeyê Omer Xerîbo ragihand ku ew dê ji bo bicihkirina Mersûma 13an a di destûrê de bixebitin.

Her wiha wî diyar kir ku ew dixwazin bi parlamenterên din ên Kurd re fraksiyoneke bihêz ava bikin.

Omer Xerîbo ji bajarokê Til Eranê yê Helebê ye û wekî parlamenterê Kurd hatiye hilbijartin.

Omer Xerîbo bû mêhvanê bultena Rûdawê û ragihand ku rûniştina yekem a parlamentoyê dê meha hezîranê be lê roja wê hîn ne diyar e.

Omer Xerîbo diyar kir ku xala wan a sereke ya siyasî bicihkirina "Mersûma 13an" a di destûrê de ye û got:

“Ji ber ku mersûmek dikare bi mersûmeke din were betalkirin, em dixwazin ev maf di destûrê de werin garantîkirin da ku bibin mafên mayînde."

Mersûma 13an 16ê Kanûna Paşîn a 2024an ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê ve hatibû derxistin.

Li gorî mersûmê, welatiyên Kurd wekî beşekî bingehîn û resen ê gelê Sûriyeyê tên qebûlkirin û zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî tê naskirin.

Her wiha li herêmên ku Kurd lê pir in, li dibistanan destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî wekî waneyeke vebijarkî yan jî wekî çalakiyeke çandî û perwerdeyî bê fêrkirin.

Ji paşguhxistinê ber bi avadankirinê ve

Omer Xerîbo bal kişand ser rewşa navçeyên Kurdan ên derdora Helebê û bi taybetî herêmên Sefîre û Dêrhafirê.

Wî destnîşan kir ku ev dever di serdema Beasê de bi qestî hatine paşguhxistin û got:

"Li herêmên me nexweşxaneyeke giştî jî tune. Em dê ji bo veqetandina budceyeke taybet bixebitin da ku herêmên xwe ava bikin û bi pêş bixin."

Hewlên avakirina fraksiyoneke Kurdî

Li Parlamentoya Sûriyeyê 9 parlamenterên Kurd hene.

Sê ji wan ji Efrînê, du ji Qamişloyê, yek ji Kobaniyê, yek ji Dêrikê, yek ji Hisîçayê û yek jî ji Sefîre û Dêrhafirê ye.

Xerîbo anî zimên ku ew û parlamenterên Efrînê di nav pêwendiyeke berdewam de ne.

Wan xwestiye ku bi parlamenterên din re bibin yek da ku daxwazên Kurdan bi dengekî bilindtir bînin zimên û fraksiyoneke bihêz ava bikin.

Li Til Eran û Til Hasilê 70 hezar Kurd hene

Xerîboyê ku bi xwe xelkê Til Eranê ye, qala resenahiya Kurdên herêmê kir.

Li herêma Til Eran û Til Hasilê nêzîkî 70 hezar Kurd dijîn û tenê li Til Eranê 50 hezar Kurd hene.

Xerîbo li ser vê yekê got, "Xelkê me zêdetirî 250 sal in li vir in û tevî hemû zextan zimanê xwe parastine. Daxwaza me ya herî mezin vekirina navendên rewşenbîrî û xwendina bi zimanê dayîkê ye."

Omer Xerîbo kî ye?

Omer Xerîbo Kurdekî ji Til Eranê ye ku ew bajarok 20 kîlometreyan dûrî Helebê ye.

Wî xwendina xwe ya bilind li Fakulteya Şerîetê ya Zanîngeha Şamê bi dawî kiriye.

Di hilbijartinên dawî de, li Sefîre û Dêrhafirê wekî nûnerê gel hat hilbijartin da ku li Şama paytext bibe dengê herêma xwe û gelê xwe.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Çanda lêborînê bingeha bipêşketina Îraqê ye
Divê dengê xelkê Îranê bê bihîstin ku daxwaza guhertinê dikin
Têkçûna Hevkêşeyan û Paşeroja Nediyar a Kurdan di Lîstika Zilhêzan de
Destbiserkirina 480 welatiyan li parêzgeha Urmiyê
KERKÛK - Di Cejna Qurbanê de 274 zarok ji dayîk bûn, tenê 70 ji wan Kurd in