Omêd Sebah: Divê nûnertiyeke me ya bi bandor li Parlamentoya Iraqê hebe

.

Omêd Sebah: Em wek Kurd, heta em yekdeng bin, em ê bihêztir bin û bikarin mafên xwe bi dest bixin. 

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, di xula bê ya Parlamentoya Iraqê de pêwîst e nûneratiyeke me ya bi bandor hebe, ji bo berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di hevpeyvînekê ligel Fermangeha Medya û Zanyariyan de ragihand, “Hemû welatiyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de xwedî maf in, ew dikarin vî mafî bi riya nûnerên xwe bi dest bînin, ji ber wê daxwazê ji welatiyên Kurdistanê dikim biçin ser sindoqên dengdanê û nûnerên xwe bişînin Parlamentoya Iraqê, ji bo bi riya derkirina yasayan û çavdîriya baş, mafên gelê Kurdistanê yên desteserkirî vegerînin.”

Omêde Sebah got jî: “Divê di xula bê de, nûnertiya me ya bi bandor li Parlamentoya Iraqê hebe, ji ber ku hemû pirsgirê li wir yekalî dibin. Em wek Kurd, heta em yekdeng bin, em ê bihêztir bin û bikarin mafên xwe bi dest bixin. Bi hebûna nûnertiyeke bihêz a Kurd li Parlamentoya Iraqê, em dikarin nasnameya navçeyên Kurdistanî biparêzin û rê li ber her yasayekê bigirin eger ji Parlamentoya Iraqê li dijî wan navçeyan derveke, ji ber wê vê carê gelekî girîng e mijara xakê jî bi Hikûmeta Federalî re yekalî bikin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand