Ofîsa Kazimî derbarê naveroka rêkeftina Şingalê de daxuyaniyek belav kir

Ofîsa Kazimî derbarê naveroka rêkeftina Şingalê de daxuyaniyek belav kir

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî naveroka civîn û rêkeftina ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Îro înê 9ê Cotmeha 2020an, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel rayedarên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek ji bo rêkeftina li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê li sînorê parêzgeha Nînowa, bi amadebûna Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê encam da.”

Ofîsa Mistefa Kazimî diyar kiriye: “Di civînê de Kazimî tekezî li temamkirina rêkeftina li ser dosyeyên îdarî û ewlehî yên navçeya Şingalê kir, ku dê bibe sedema bilezkirin û hêsankirina pêvajoya vegera awareyên wê navçeyê.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Rêkeftin di zemîneke hevfêmkirina biratî de û di çarçoveya dewleta federal de hat îmzekirin û rengdana baş li ser asta navxwe û navdewletî dê hebe û bibe destpêkek ji bo çareserkirina kêşeyên temamê deverên ciyawaz ên li Iraqê.”

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin: “Kazimî ragihand ku yasa desteberiya avakirina dewleteke bihêz a hemwelatî dike û pir olî û pir pêkhateyî li ber çavan digre û paşketina vegerandina aramiyê bo Şingalê li ser hîsabê xelkê wê bû ku duh di destê çeteyên DAIŞê de dinaliya û îro jî di destê tinebûna xizmetguzariyan de.”

Kazimî soz daye ku "saziyên hikûmetê hemû hewlên xwe dê bide ji bo lêgerîna wan welatiyên Êzidî ku heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e".

Herwiha tekez kiriye: “Hikûmeta Federal bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê xwe di cîbicîkirina rêkeftinê de bi temamî dê bi cih bîne, da ku ev rêkeftin bi ser bikeve. Ev jî bi alîkariya xelkê Şingalê.”

Mistefa Kazimî eşkere kiriye: “Hikûmeta Iraqê bi hemû cidiyeta xwe dê hewl bide ku ti grûpeke çekdar li Şingalê nemîne, ne hêzeke navxweyî, ne jî hêzên ku ji derveyî sînorê Iraqê hatine.”

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kiriye: “Iraq bi her awayî red dike ku grûpên çekdar axa xwe ji bo destdirêjîkirina ser welatên cîran bi kar bînin, Tirkiye be, Îran be, an jî welatekî din ê cîran.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Rêkeftina vegerandina seqamgîriyê bo navçeya Şingalê, çendîn xalên îdarî, ewlehî û xizmetguzarî li xwe digre, rêkeftin ji aliyê îdarî ve bi hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgariya Nînowayê dê were cîbicîkirin, bi liberçavgirtina daxwaza xelkê navçeyê.”

Herwiha hat diyarkirin: “Hemû tiştên peywendiya wan bi aliyê ewlehiyê ve heye di desthilata hikûmeta federal de ye bi hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tiştên aliyê xizmetguzarî jî, dikeve ser milê lijneya hevbeş a navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya parêzgeha Nînowa.”

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike