NY û saziyên alîkariyê ji bo Îdlibê hişyariyê didin

Neteweyên Yekbûyî (NY) û sazîyên alîkarîyê ji bo Îdliba Sûrİyê careke din hişyarî dan.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û sazîyên alîkarîyê ji bo Îdliba Sûrİyê careke din hişyarî dan.

NY û 11 saziyên alîkariyê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku girjiyê li Îdlibê gur bûyê û sivîl bi metirsîyên mezin re rû bi rû mane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 1 mîlyon zarok di bin metirsiya êrîşan de ne.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Mafên Mirovan yê NYyê Mark Lowcock da zanîn ku dijî dibistan, nexweşxaneyan jî êrîş li dar dikevin û hiqûqa navneteweyî tê binpê kirin.

Piraniya herêma Îdlibê di destê Heyet Tahrîr Şam de ye û ew der wek cîhê dawî yê di destê serhildayan de tê dîtin. Artêşa Sûrîyê bi piştgiriya Rûsya di meha Nîsanê de dijî Îdlibê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.

NY dide zanîn ku berpirsê êrîşan rejîma Sûrîyê ye, lê Civata Ewlekarî ya NYyê dijî rejîmê heta niha ti gav neavêtiye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike