NY: Li Sûriye û Iraqê derdora 10 hezar DAIŞî hene

.

Rêvebirê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Voronkov diyar kir ku li Sûriye û Iraqê di navbera 6 û 10 hezarî de endamên rêxistina DAIŞê hene.

Rêvebirê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Voronkov brîfîng da Encûmena Ewlehiya Neteweyyên Yekbûyî  û destnîşan kir ku ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî metirsiya DAIŞê berdewam dike.

Di axaftina xwe de Voronkov ragihand ku DAIŞ ligel jinavbirina serkirde û endamên wê li herêmên şer û pevçûn hene xebatên xwe zêdetir dike. Voronkov got ku “li Sûriye û Iraqê di navbera 6 hezar û 10 hezarî da endamên DAIŞê hene.”

Derdora 50 milyon dolarî dahata DAIŞê heye

Voronkov bal kişand ser mezinbûna komên din ên bi DAIŞê re têkiliya wan heye û hişyarî da ku eger ew kom çalakiyên xwe yên li parzemîna Afrîkayê zêdetir bikin encamên derkevin holê, ji bilî wê derê dê bandorê çar aliyê cîhanê bike.

Li gor rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres a der heqê DAIŞê de tê texmînkirin di navbera 25 milyon û 50 milyon dolarî de dahata DAIŞê heye.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin