NY: Li Sûriyê di 10 salan de 12 hezar zarok hatine kuştin û birîndarkirin  

.

Neteweyên Yekbûyî derbarê bandora şerê navxwe yê Sûriyê hişyariyê dide bi taybetî li ser zarokan û nîşanê bi wê yekê dide, nêzîkî 90% ji zarokên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Li gor NYê di heyama deh salan de 12 hezar zarok hatine kuştin û birîndarkirin.

Henrietta Fore, Rêvebera Cîbicîkar a Ajansa UNICEF a serr bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), ronî da ser rewşa Sûriyê û ragihand, “Pêwîst e Civaka Navdewletî hemû hewlan bid ji bo ku aştî li Sûriyê bê bidestxistin.”

UNICEF nîşanê bi wê yekê dide, deh sal ji şer û pevçûnan bandoreke mezin li ser malbat û zarokên Sûriyê  hebû ku ew jî;

Yekem, di dema van salên dawî de nirxê xwarinê 230% bilind bû.

Duyem, bêhtir ji nîv milyon zarokên li jêr temenê 5 salî li Sûriyê geşeya wan xirab e, ew jî bi sedema bedxwarinê.

Sêyem, nêzîkî 2.45 milyon zarok li Sûriyê û 750 hezar zarok ên Sûrî li welatên derdora Sûriyê naxwînin û 40% ji wan keç in.

Çarem, di navbera salên 2011 û 2020 de, nêzîkî 12 hezar zarok hatine kuştin yan birîndar bûne. Bêhtir ji 5700 zarokî rahênan bi an hatiye kirin û hatine çekdarkirinm û di nav wan de jî zarok hebûn, temenê wan 7 sal bû, bêhtir ji 1300 navendên perwerdeyî û tendirustî û kesayetî yên wan herdu waran rastî êrîşan hatin.

UNICEF dibêje, nêzîkî 83% ji koçber û penaberên Sûriyê li welatên derdora Sûriyê ne û ji sala 2012an ve jî, hejmara zarokên koçber û penaber ên Sûrî li wan welatan gihiştiye 2.5 milyon kesî wê yekê jî guşar li ser civaka wan welatan dirust kiriye.

Li gor daxuyaniya NYê di heyama deh salan de 12 hezar zarok hatine kuştin û birîndarkirin û hatiye gotin, tenê di heyama sala derbasbûyî de 511 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 699 zarok jî birîndar bûne.

Rûdaw
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike