NY daxwaza lêkolînê di êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî de dike

.

 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, êrîşa dronî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku berpirs werin cezakirin.

Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric îro 29ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bi tundtirîn şêwe ew êrîşa dronî ya ku roja 28ê Adarê mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê kiribû armanc, şermezar dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Guterres daxwaza lêkolîneke hûr, piralî û bêalî dike. Herwiha tekez kir ku divê ev lêkolîn bi lez were kirin, da ku aliyên li pişt vê êrîşê werin naskirin û li pêşberî yasayê werin cezakirin.

Sekreterê Giştî yê NY bang li hemû aliyên siyasî û hêzên bi bandor kir ku her cure tundûtûjiyê red bikin û di vê qonaxa hestiyar de, pêwîst e hemû alî kar bi hev re bikin, da ku rê li ber her hewildanekê ku armanca wê têkbirina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ye, were girtin.

Kurdistan Haberleri

270 hezar koçberên Şingalê hîna li benda vegera malên xwe ne
Mohsen Rezayî: Trump cara sêyem e xiyanetê dike
Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?
Bloomberg: Li Kuweytê ji ber ketina parçeyên mûşeka Îranê çend Amerîkayî birîndar bûn
NATO: Em dê alîkariya Pêşmergeyan bikin