Nûxşe Nasih: Agir berdewam dike û me ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwest

.

Parêzgara Helebceyê Nûxşe Nasih eşkere kir ku agirê daristanên Helebceyê berdewam dike û wan ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwestiye.

Nûxşe Nasih ji Nûçegihana Rûdawê Sazgar Selahê re got, "Ji ber guherîna hêla bayê gur, agir berdewam dike û agir belav dibe.

Ez dixwazim ti kes kes zêde nêzîkî agir nebe, ji ber ku jiyana wan ji her tiştî girîngtir e.

Ji bo vemirandina agir, me pêwendî bi parêzgeha Silêmaniyê re kiriye da ku alîkariya me bikin."

Li gorî gotina Nûxşe Nasihê, îro dê tîmeke daristanan û tîmeke balafirên agirvermirandinê ji Silêmaniyê biçin Helebceyê da ku ji bo vemirandina agir alîkariyê bikin.

Parêzgarê Helebceyê her wiha amaje pê kir ku pêdiviya wan bi tîmeke taybet a balafirên agirvemirandinê heye û got, "Erdnîgariyeke me ya gelekî berfireh heye û hejmara karmendên me kêm e.

Di paşerojê de, em dê bi rêya Wezareta Karên Navxwe daxwaza dabînkirina tîmên pêwîst bikin da ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin."

Ev du roj in şewat li herêma Kokoyî ya li rojhilatê Helebceyê berdewam dike. Ev herêm gundên Çinar, Neycele û Mordinê li xwe digire.

Li gorî agahiyên Birêvebiriya Parastina Sivîl a Helebceyê dayê Rûdawê, ji ber şewatê 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Yek ji wan jîngehparêzê bi navê Arî Muxtar bû ku şeva borî derdora saet 23:00yan canê xwe ji dest daye.

Ew kesê din jî polîsê daristanê bû û navê wî Mihemed Heyder e ku îro piştî nîvro canê xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmedê li ser salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir
Ebdî: Sûriyeya demokratîk û nenavendî bi vîna gel tê avakirin
Li Girê Keçel peykerekî 2,5 metreyî hat dîtin
Li Wanê erdhej çêbû
Amerîka: Konsulxaneya Hewlêrê ji bo me destpêka rûpeleke nû ye