Nûrî Birîmo: Armanca PKKê ew e statuya Herêma Kurdistanê nemîne

.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê: Êrîşa ser deriyê sînorî ya Pêşabûrê nakeve xizmeta Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo ragihand, PKKê bi êrîşa li ser deriyê sînorî Pêşabûrê, armanc dike statuya Herêma Kurdistanê nemîne.

Derbarê êrîşa duhî ya alîgirên PKKê li ser deriyê sînorî ya Pêşabûrê de, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji K24ê re ragihand, “Li şûna ku em wek xelk Rojavayê Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bikin ku ji roja destpêkê ya krîza Sûriyê ve helwesta wan li hemberê gelê Rojavayê Kurdistanê erênî bû û pêşwazî li zêdetir ji 300 hezar koçber kirin û di rojên zehmet de xwedî li Rojava derketin, mixabin hin têkderan êrîşî deriyê Pêşabûrê kirin û armanca kesên li pişt wan êrîşkeran jî ew e, rewşa Herêma Kurdistanê têk bidin.”

Birîmo got jî: “Êrîşa li ser deriyê Pêşabûrê nakeve berjewendiyên Rojava û Herêma Kurdistanê, lê belê ev ajawa, tevlihevî û êrîş dikeve berjewendiyên dijminên Kurdan.”

Diyar kir jî: “Em wek PDK-S, em li dijî vê êrîşê ne. Herwiha em dibêjin niha dema wê ye ku xelkê Rojavayê Kurdistanê û xelkê seranserî Kurdistanê dengê xwe li hember PKKê bilind bike û jê re bibêje ‘na’ û êdê bes e ev kiryar û armanckirina doza Kurdî. Divê PKK biçe pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi awayekî siyasî çareser bike û dest ji bijardeyên leşkerî berde.”

Birîmo tekez kir jî: “Êrîşa li ser Pêşabûrê nakeve xizmeta xelkê Rojava û dê ziyanê jê bibîne. Ji ber ku bi rojane çendîn xwarin, vexwarin û dermanan ji Herêma Kurdistanê derbas Rojava dibe. Dema Korona li Rojavayê Kurdistanê belav bûye, Herêma Kurdistanê amêr û pêwîstiyê bijîşkî şandin Rojava. Eger ev derî bê girtin, Rojavayê Kurdistanê dê bixeniqe.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Birîmo got: “Me çendîn caran gotiye, eger PYD xwe ji PKKê cuda neke, eger PKK destêwerdanê di Rojava de neke û eger PKK pêwendiyên xwe yên bi Îran û Şamê re li dijî Rojava bi kar neyîne, dê diyaloga Kurdî jî bi pêş bikeve û dê rewş baştir bibe. Lê armanca PKKê ew e, statuya Herêma Kurdistanê nemîne û Heşda Şeibî derbasî Herêma Kurdistanê bibe.”

K24

Kurdistan Haberleri

Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir
Agir bi Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ket