Nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê cardin hat vekirin

Seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê hatiye aktîfkirin û nûnerekî nû jî hatiye destnîşankirin.

Seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê hatiye aktîfkirin û nûnerekî nû jî hatiye destnîşankirin.

Seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebîr ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, ku ji ber têkçûna pêwendiyên her du aliyan hatibû girtin, dîsa hat vekirin û aktîfkirin.

Viyan Sebrî her wiha got, aktîfkirina nûnertiya hikûmetê li Bexdayê tiştekî gelekî baş û girîng e ji ber ku dibe pirek di navbera her du aliyan de bo bihêzkirin û pêşxistina pêwendiyan.

Wê parlementera kurd daye zanîn, siyasetmedarekî kurd bi navê Faris Îsa jî wek nûnerê nû yê hikûmetê li Bexdayê hatiye destnîşankirin.

Bi gotina seroka firaksiyona PDKê, aktîfbûna nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê nîşana wê yekê ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baş bûne.

Siyaset Haberleri

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de
Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin