Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya bi zimanê Kurdî bi boneya îmzekirina peymana nû ya derbarê birêvebirina avê, pîrozbahî li Îraq û Tirkiyeyê kir.
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya li ser hesabê xwe yê Xê bi boneya îmzekirina peymana avê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bi zimanê Kurdî peyamek belav kir.
"Li Îraq û Tirkiyeyê pîroz be"
Mark Savaya ew peyman bi van gotinan pîroz kir, “Li her du xelkên Komara Îraq û Komara Tirkiyeyê pîzro be."
Savaya her wiha destxweşî li hikûmeta Îraqê kir û ew peymna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam ên birêvebirina avê hatiye îmzekirin, wekî peymaneke girîng bilind nirxand.
"Pêngaveke berbiçav e"
Savaya derbarê peymanê wiha got, "Ev peyman pêngaveke berbiçav e ji bo bilindkirina hevkariyên herêmî û misogerkirina gihîştineke berdewam bi çavkaniyên avê yên girîng.
Peyman her wiha ji bo jiyana bi milyonan Îraqiyên ku ji ber ziwabûn û kêmbûna avê zerer dîtine, girîng e."
Mark Savaya pabendbûna bihêz a Amerîkayê ji bo piştgiriya Îraq û xelkê wê ducare kir.
Peymana 26 xalî
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan 2yê Çiriya Paşîn a 2025an li Bexdayê konferanseke rojnamegerî ya hevpar li dar xistibûn.
Fuad Husên ragihandibû ku wan di civîna xwe de behsa çend mijarên cuda kirine û gotibû:
"Bi taybetî em li ser mijara avê rawestiyan ku pêwendîdar e bi her du welatan û bi welatiyên her du aliyan re.
Berê jî me li Enqereyê û li vir jî behsa wê mijarê kiriye û di gelek mijaran de xalên me yên hevbeş hebûn û em gihiştine rêkeftinê."
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê her wiha gotibû, "Me pêwîst dît ku em hemû wan peyman û lihevkirinan bixin ser rûpelên rêkeftinê û îmze bikin.
Girîng e bêjim ku rêkeftineke me ya 26 xalî bi Tirkiyeyê re heye. Em li ser xalên wê rêkeftinê ji nû ve geriyan da ku em guhertinên pêwîst tê de bikin."