Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Fu Cong ragihand ku divê hikûmeta Sûriyeyê li ser mijara zimanê Kurdî û daxwazên xelkê welêt bi hişyarî tevbigere.
Wî her wiha diyar kir ku divê Şam pêbendî sozên xwe yên di warê têkoşîna li dijî terorê de be.
Di vê mehê de Çîn serokatiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike û konseyê îro li ser rewşa Sûriyeyê civînek li dar xist.
Fu Cong piştî civînê di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de diyar kir ku ev civîn ji bo nirxandina asayî ya mehane ya li ser rewşa wî welatî bûye û got:
"Welatên endam hîn jî li ser rewşa Sûriyeyê, bi taybetî jî ji bo diyaloga giştgir û pêvajoya siyasî ya navxweyî gelekî dilgiran in.
Wekî ku me her tim gotiye, nabe Sûriye bibe cihekî ku gefê li welatên din bixwe. Em hêvî dikin hikûmeta Sûriyeyê wan sozên xwe yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê bi cih bîne."
Mijara zimanê Kurdî û xwenîşandan
Nûnerê Çînê li ser pirseke din a Rûdawê ya li ser wan nerazîbûnên ku vê dawiyê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelayên hikûmetê pêk hatibûn, daxuyand ku divê hikûmeta Şamê bi hişyarî li vê mijarê binêre û got:
"Em daxwaza diyalogeke giştgir dikin ku tê de rewşa taybet a her welatî were liberçavgirtin.
Em hêvî dikin çareseriyek were dîtin ku ji bo hemû aliyan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê qebûlbar be."
Rûdaw: Çi bû sedem ku we îro ev civîn li ser Sûriyeyê kir? Çima niha? Mebesta min dema civînê ye.
Fu Cong: Baş e, ev nirxandineke asayî ya mehane ya li ser rewşa Sûriyeyê ye çimkî em dibînin welatên endam hîn jî li ser rewşa Sûriyeyê, bi taybetî jî ji bo diyaloga giştgir, gotûbêja siyasî, pêvajoya navxweyî û her wiha mijara têkoşîna li dijî terorê gelekî dilgiran in. Em hêvî dikin hikûmeta Sûriyeyê giringiyê bide daxwazên welatan. Wekî nûnerê Çînê, ez dixwazim balê bikişînim ser giringiya taybet a mijara terora li nav Sûriyeyê. Wekî me her tim gotiye, nabe Sûriye bibe cihekî ku gefê li welatên din bixwe. Em hêvî dikin hikûmeta Sûriyeyê wan sozên xwe yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê bi cih bîne.
Rûdaw: Vê dawiyê Kurdan li Sûriyeyê li dijî rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelayên hikûmetê xwenîşandan kir. Helwesta Çînê li ser vê yekê çi ye? Gelo divê zimanê Kurdî li wan deverên ku piraniya wan Kurd in were danîn? Wekî zimanekî, gelo divê were naskirin?
Fu Cong: Wekî min got, em daxwaza diyalogeke giştgir dikin ku tê de rewşa taybet a her welatî were liberçavgirtin. Ji ber vê yekê ez bawer dikim divê bi hişyarî nêzîkî vê mijarê bibin û em hêvî dikin çareseriyek were dîtin ku ji bo hemû aliyan û hemû xelkê wê derê qebûlbar be.
Rûdaw