Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê hat vekirin

.

Li Madrîdê, Paytextê Spanyayê, bi merasîmekê ofîsa nû ya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat vekirin. Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di merasîmê de ragihand, Kurdistan ji bo veberhênan û bazirganiyê herêmeke vekirî û ewle ye.

bi serpêperştiya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî û bi amadebûna karguzarê Balyozxaneya Iraqê li Madrîdê, duh 26ê Çileyê ofîsa nû ya nûneratiya Herêma Kurdistanê bi fermî hat vekirin.

Sefîn Dizeyî di gotara xwe ya merasîmê de bal kişand ser pêşketinên aborî û got: "Herêma Kurdistanê û bi giştî hemû Iraq ji bo veberhênan û karên bazirganiyê yên navdewletî vekirî ne. Em dixwazin têkiliyên xwe yên aborî bi Spanyayê re bêtir pêş bixin."

Dizeyî her wiha behsa rewşa aloz a Rojhilata Navîn kir û destnîşan kir ku ji bo avakirina paşerojeke geş û aram, pêwîst e li şûna tundûtûjiyê, her tim rêya aştî, dîyalog û dostaniyê bibe bijardeya sereke.

Di çarçoveya vê serdanê de, Sefîn Dizeyî li Madrîdê bi hejmarek berpirsên hikûmeta Spanyayê, dîplomatkar, nûnerên partiyên siyasî û bazirganan re hevdîtinên giring pêk anîn. Armanca van hevdîtinan xurtkirina peywendiyên dîplomatîk, siyasî û aborî yên di navbera Hewlêr û Madrîdê de ye.

K24

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin