Nûnera Parlemana Ewropayê wêneya Xamineyî dirand

.

Roja Çarşemî 11ê Şibata 2026 a Zayînî Îzabêlla Tovalêrî, nûnera Îtaliya li Parlemana Ewropayê de, li ber çavên nûnerên welatên endam li Yekîtiya Ewropayê û li civîna giştî de wêneya Elî Xamineyê yê cinayetkar dirand.

Ev nîşandana nerizayetiya nûnera Îtaliya li halekê de bû ku civîna Parlemanê bo lêkolînkirin bi ser biryarnameya pêşniyarkirî bi dijî “tepeserkirina sîstematîk, rewşa mafê mirovî li girtîgehên rêjîmê û binçavkirinên xoserane ji aliyê rêjîma Îranê” hatibû diyarîkirin.

Îzabêlla Tovalêrrî li vê civînê de bi awayekî tund rexne ji “lihevkirina bêşeramane ya beşek ji aliyê Rojavayî digel xirabtirîn dîktatoriya olî û îslama radîkal” girt û tekez kir ku bêdengî li hember cinayetên rêjîma Îranê, îxanet bi nirxên mafên mirovî yên Ewropayê ye.

Îzabêlla Tovalêrrî, pêştir jî li 3 heftî berî niha, li rûberûyê bînaya parlemana Ewropayê, agir berda wêneya Elî Xamineyî û ragihand ku ev karek bo hevgirtin digel xwenîşanderên Îranê bi taybet wan jin û mêran e ku bi bivêriyek bê mînak bo rizgarbûn ji dîktatoriyê, şer dikin.

Kurdistan Haberleri

Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin
Li Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampa Komeleyê hat kirin
PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye
Bi dehan welat dixwazin Tengava Hurmizê vebe
Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne