Numan Kurtulmuş wek Serokê Parlamentoya Tirkiyê hat hilbijartin

.

Parlamenterê AK Partî yê Stenbolê Numan Kurtulmuş di gera sêyemîn de bi 321 dengan bû 30emîn Serokê Parlamentoya Tirkiyê.

Roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li parlamentoya Tirkiyê di gera sêyemîn de berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur parlamenterê AK Partî yê Stenbolê Numan Kurtulmuş wek Serokê Parlamentoya Tirkiyê hat hilbijartin.

Ji ber di gera yekemîn û duyemîn de ti berbijêrî 400 deng bidestnexistin hilbijartin derbasî gera sêyemîn bû û li gor rêziknameyê di gera sêyemîn de kîjan berbijêr 301 dengî bidest bixe dibe Serokê Parlamentoyê. Numan Kurtulmuş di gera sêyemîn de 321 deng bidestxistin û bû 30emîn Serokê Parlamentoya Tirkiye.

Siyaset Haberleri

Dem û mercên xizmeta Pêşmerge û hêzên Asayîşê hat pejirandin
Jina Kurd Şemsî Xusrevi, bi îdamê re rû bi rû ye
PDK: Gotinên Parêzgarê Kerkûkê yên li ser Madeya 140î hewldana fitneyê ne
Nêçîrvan Barzanî: Me bi Serokwezîrê Îraqê re civîneke berhemdar kir
Di pêşniyaryasaya pêvajoyê de çi heye û kê li xwe digire?