Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber aloziyan 9 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn ku birîna hinekan ji wan giran e.
Li Kobaniyê li dijî kuştina Sîpan (Samî Şêxmûs) xwenîşandanek hat lidarxistin û di nava xelkê û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de alozî derketin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Kobaniyê Şivan Misî ragihand ku girtîgeheke li Kobaniyê "bi temamî şewitiye".
Her wiha ji bilî mirina 9 kesan û birîndarbûna 17 kesên din, hejmarek girtî jî ji girtîgehê reviyane.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê Rûdawê, destpêka bûyerê 27 ciwanên Kobaniyê hatin desteserkirin.
Pişt re 10 ciwan hatin berdan lê 17 ciwanên din bi nêzîkî 50 wesayîtên hêzên ewlehiyê ber bi Helebê ve hatin birin.
"26 girtî di nava girtîgehê de şewitîn"
Bijîşkê Nexweşxaneya Almanî ya Kobaniyê Dr. Mizgîn Murşid di konferanseke rojnamegeriyê de behsa giranbûna rewşê kir û anî zimên:
"Bûyerên li Kobaniyê gelekî mezin bûn û 26 girtî di nava girtîgehê de şewitîn."
Dr. Mizgîn Murşid da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya ji sedî 60ê wan girtiyên şewitî baş e.
Berpirsê Partiya Yekîtî yê Kobaniyê Ednan Bozan li ser bûyerên li bajêr ji Rûdawê re axivî û got:
“Endamên Asayîşê hejmarek ciwan desteser kirin, pirsgirêk jî bi desteserkirina wan çend ciwanan dest pê kir.”
Ednan Bozan her wiha xwest ku welatî hişyar bin û got, “Em dixwazin xelk guh nede têkderan.”