Norwec: Bi hezaran kes di bin baranê de bêşdarê xwepêşandina referandûmê bûn!

li Stavangerê bi sedan kurd beşdarî xwepêşandan û şahîya piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê bûn. Ciwan di piranîyê de bûn.

Li Oslo bi piştgirîya siyasetmedarên Norwecî û bi beşdarbûna rewenda Kurd li Norwej ji her çar beşên Kurdistanê  sê demjimêra di bin baranê de, bi germî, dilsozî û bê westan berdewam kir.

Bi hezaran bêşdarî xwepêşandinê bûn û bi axaftinan piştgiriyek xurt nîşanê Referenduma Serxwebûna Kurdistanê dan.

Li bajarê Stavanger a Norweçê, bi amadekirina Partîya azadî ya Kurdistanê (PAK), Partîya Demokrat a Kurdistan a başûr (PDK - Başûr ) ,Partîya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (El wehdê ) , bi beşdar bûna Hizba demokrat a Kurdistanê, Rekxrawa ashty û bi sedan kurd beşdarî xwepêşandan û şahîya piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê bûn.

Ciwan di piranîyê de bûn.

Nûnerê PAKê Mustafa Kılıç, Nûnerê PDK - Başûr Newzat Bamernî û nûnerê El wehdê Ehmet Bavê rêbîn û dostê kurda rojnamevanê Norwecî Andreas axifîn û giringîya referandûmê anîn ziman. 

Daxuyanîya ku wan ji bo piştgirîya referandûmê amade kiribû bi sedan rûpel li navenda Stavanger ê di nav Norweçî yan de hat belav kirin.
 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê