Nivîskar û siyasetmedarê Kurd îro li Stenbolê koça dawî kir

.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Abdurrahman Onen, îro li Stenbolê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

TIKLAYINIZ: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Ez bi wefata welatperwerê Kurd Abdurrahman Önen gelekî xemgînim

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş ku nêzîkî Abdurahman Onen e, bi peyameke sersaxiyê li ser Facebookê diyar kir: ‘‘Welatperwerê Kurd, Mamoste Abdurrahman Onen  îro 23/08/2021 ji ber nexweşiya penceşêrê çû ber dilovaniya Xwedê.

Em wek Ciwanên Netewî yên Kurdistanê – CNK, bi wefata Abdurrahman Onen gellekî xemgînin. Cîhê wî bihuşt be. Serê gelê me sax be.’’

Abdurrahman Onen kî ye?

Abdurrahman Onen ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Piştî xwendina dibistana seretayî û navîn li Mêrdînê ew ji bo xwendiya zankoyê diçe Zanîngeha Stenbolê û li Stenbolê beşa Edebiyat û Cografyayê dixwîne. Di sala 1980yî de zanîngehê diqedîne. Di dema xwendina zankoyê û piştî wê ji ber beşdarî di kar û çalakiyên neteweyî li Stenbolê rastî girtin û îşkenceya desthilata Tirkiyê dibe û demeke dirêj nikare kar bike.  Di sala 1984an de, dest bi kar dike û heta sala 2008an li Stenbolê weke mamosteyê cografyayê kar kiriye.

Abdurrahman Onen ligel mamostetiya cografyayê, jiyana xwe ji bo nivîsîn û tomarkirina coğrafyaya Kurdistanê terxan kiribû û li her çar parçeyên Kurdistanê, gund bi gund, bajar bi bajar, newal bi newal û digeriya û ew li cem navên wan ê resen, ligel wêneyên wan tomar dikir.

Berhemenên Abdurrahm Onen ê çap bûne ev in

-Ferhenga Erdnîgariya Kurdistanê

-Agirî

- Wan

Cihê behsê ye, rêzeberhemên Abdurrahman Onen ê derbarê bajar û herêmên Kurdan jî ji bo çapê tên amadekirin.

Abdurrahman Onen demeke dirêj e bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li Stenbolê tedawî dibû.

Kurdistan Haberleri

ÎHD: Di girtîgehên Tirkiyê de berdana girtiyan tê taloqkirin
Mahmut Akyürekli: “Nasnameya kurdan tuneye ku gorên wan hebin”
Pentagon: Îran dixwaze Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe
Rêjîma Îranê 4 welatiyên din jî li girtîgeha têjîmê li bajarê Urmiyê de bidar vekirin
Festivala Govendê ya Duhokê