Nivîskar Bedirxan Sindî: Dewletbûn ne kiras e ku tu ji xwe bikî, kefen e

.

Nivîskar û rewşenbîrê Zaxoyî Bedirxan Sindî di merasîma rêzgirtinê ya ku ji bo wî hate lidarxistin de got, “Dewletbûn di xwîna min de ye.”

Nivîskar û rewşenbîrê Zaxoyî Dr. Bedirxan Sindî roja çarşemê di merasîma rêzgirtinê ya ku ji bo wî hate lidarxistin de ji Rûdawê re axivî.

Nivîskar û rewşenbîrê Zaxoyî Dr. Bedirxan Sindî got:

“Rêzgirtina nivîskar, helbestvan û rewşenbîrekî rêzgirtina miletê wî ye, ji ber ku ew zimanê miletê Kurd e û ev rêz ne tenê ji bo min ji bo her kesê ku destê wî yê nivîsandinê hebe ye.”

Nivîskar û rewşenbîr Bedirxan Sindî li Dihokê li ser dewletbûn û çend mijarên din axivî û diyar kir ku nabe dewletbûn û gendelê bi hev ve werin girêdan û got:

“Eger hinek berpirs gendel bin, ev nayê wê wateyê ku ez welatê xwe naxwazim, ji ber ku ti pêwendiya wan bi hev re nîne.”

“Dewletbûn di xwîna min de ye”

Bedirxan Sindî herwiha anî ziman:

“Bi min ne xweş e ku gendelî hebe û bi hêvî me ku nemîne lê dewletbûn û armanca neteweya Kurd tiştekî stratejîk e, bîr û bawerî ye û ne kiraseke ku tu ji xwe bikî, kefen e, dewletbûn di xwîna min de ye.”

Bedirxan Sindî sala 1943an li Zaxoyê ji dayik bûye, doktoraya xwe li Zanîngeha Wallesê yê Brîtanyayê wergirtiye.

Di navbera salên 1979-1996an de, Bedirxan Sindî wek serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hat hilbijartin.

Sala 1970ê wek sernivîserê çend kovarên bi navên Çiya, Şems û Kurdistanê xebitiye.

Di navbera salên 1990-1996an de sernivîserê kovarên Hawkarî, Beyan, Rengîn û rêveberê giştî yê rewşenbîrên Kurd bûye. Gelek lêkolînên wî hene.

Ew li ser bêdewletiya Kurdan dibêje, “Ez bi Pirsa Kurd re dijîm. Eger Pirsa Kurd nebûya, belkî ez kêfxweştir bijiyama lê nebûna dewleta Kurdî êşeke ku di nava min de dijî.”

Bedirxan Sindî li ser gendeliyê jî got:

“Ez gendelî û armanca neteweya Kurd a dewletbûnê bi hev ve girê nadim, du mijarên cuda ne.

Eger hinek berpirs gendel bin, ev nayê wê wateyê ku em dewleta Kurdî naxwazin. Dewletbûn û armanca gelê Kurd cuda ne û em dê berdewam bin.”

Sala borî jî Komîteya Xelata Cîgerxwînê di warê helbest û xizmeta wêje û çanda Kurdî de xelat da Bedirxan Sindî.

Nûçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de