Nezîr Cîbo: Koma îcraya klasîkên Kurdî

.

About This Event
Dostên Hêja...

"Koma Îcraya Klasîkên Kurdî" ya ku di bin sîwana nûnertiya Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de xebatên xwe didomîne, yekemîn konsera xwe roja 10ê Hezîranê li Navenda Çandê ya Çand Amedê pêşkêş dike.

Di konserê de, berhemên meqamî yên bestekirî yên helbestvanên wekî Feqîyê Teyran, Mele Mihemedê Nêribî û Şêx Evdilqadirê Hezanî werin pêşkêşkirin. Her wiha berhemên bijarte yên hunermendên mîna Mela Kerîm Efendî, Elî Merdan, Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha û Seîd Yûsif jî di bernameyê de cih digirin. Koma me ya ku di bin sîwana nûnertiyê de û bi birêvebirina Sebahattîn Xocê ji muzîkjenên şarezayên muzîka Kurdî pêk tê, dê di pêvajoya bê de konserên xwe yên li nav welêt û derveyî welêt bidomîne.

Li gel van, nota û gotinên wan berhemên ku di konserê de werin îcrakirin, dê wekî xebateke arşîvê ya weqfa me werin weşandin. Bi vî awayî berhemên kêmwêne yên muzîka Kurdî dê ji bo nifşên paşerojê werin veguhastin. Ji ber vê yekê weqfa me dê xebateke nû li xebatên xwe yên Kurdolojiyê zêde bike ku qada wê ya sereke ye.

Weqfa me bi piştgirî û alîkariya we karîbû xebatên serkeftî encam bide û bigihîje van rojan. Em bawer dikin û li bendê ne ku hûn ji niha û pê ve jî piştgiriya xwe kêm nekin. Em ji niha ve spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Nezîr Cîbo

Nûnerê Amedê yê İBVyê

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Helkewt Ezîz nûçegihanekî jêhatî û dilsoz bû
Hozan Diyar li ser aloziya li Stuttgartê axivî: Ew provokasyon bû
Geştên asmanî li Firokexaneya Hewlêrê asayî bûn
Îraqê û Herêma Kurdistanê asmanê xwe girt
Îsraîl bombeyan bi ser Îranê de dibarîne