Nêzî 112 hezar kes li Sûriyê winda ne; Li Rojavayê Kurdistanê Platforma Malbatên Windabûyan hate ava kirin

.

Li Rojavayê Kurdistanê platformek derbarê windabûyan hate avakirin û hewl hene çarenivîsa bi hezaran kesên winda were diyar kirin.

Piştî 13 salan ji qeyrana Sûriyê, rewşa hezaran windabûyan nehatiye diyar kirin. Ji bilî kuştinê, aliyên şer li wî welatî bûn sedema ku bi dehezaran kes winda bibin.

Heta niha jî ne di milê xwecihî de ne ji navdewletî ti karekî cidî derbarê xuya kirina çarenivîsa windabûyan de nehatiye xuyar kirin.

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê paltforma Malbatên Windabûyan li Bakur û Rojhlatê Sûriyê hate avakirin.

Ebas Mûsa: Em niha rewşên windabûnê belge dikin

Kordînetorê Platforma Malbatên Windabûyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebas Mûsa ji Kanal8ê re ragihand, wan yekser dest bi belgekirina rewşên windabûnê kirine.

Li gorî Mûsa Em armanc dikin çarenivîsa windabûyan diyar bikin, her wiha barê malbatên windabûyan jî kêmtir bikin.

Tevî ku Netewên Yekbûyî sala 2023an ragihand wan lijneyek şopandina rewşa kesên winda li Sûriyê avakirine lê heta niha ti pêşketinên berbiçav pêk neanîne.

SNHR: Nêzî 112,000 kes li Sûriyê ji destpêka qeyranê ve windayî ne

Tûra Sûrî ya Mafê Mirovan diyar dike ku li Sûriyê ji destpêka qeyranê û heta niha derdora 112 hezar kes windayî ne û rewşa wan jî nayê zanîn.

Li gorî raporeke BBC malbatên windabûyan li Sûriyê 900 milyon dolar dane da ku çarenivîsa wan nas bikin.

Li Sûriyê heta niha bi dehzaran kes winda ne.

Destpêka sala 2024an, lijneya windabûyan ya girêdayî Rêveberiya Xweser diyar kiribû, li gorî amarên wan nêzî 3 hezar kesên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê winda ne.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin