Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku Pakistanê nexweşxaneyeke Kabulê bombebaran kiriye.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq daxuyaniyek da û got:
"Doh demjimêr nêzîkî 21:00an li Kabulê êrişeke asmanî hat kirin."
Haq da zanîn ku êriş ji aliyê hêzên leşkerî yên Pakistanê ve hatiye kirin û bombe li nexweşxaneyê ketiye.
Li gorî raporan di bûyerê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Karê Neteweyên Yekbûyî hat dirêjkirin
Ev daxuyanî roja sêşemê ji aliyê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Efxanistanê ve hat dayîn.
Daxuyanî tenê rojekê piştî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî tê.
Konseyê deng dabû ku karê Neteweyên Yekbûyî yê li Efxanistanê 3 mehên din were dirêjkirin.
Efxanistan niha di bin desthilata Talîbana Îslamî ya tundrev de ye.
Ew desthilat rê nade ku keç piştî pola şeşan a seretayî bixwînin.
Zêdetirî 400 kesî hatin kuştin
Tîmên rizgarkirinê roja sêşemê jî li terman digeriyan.
Rayedarên Talîbanê ragihand ku di êrişa Pakistanê de zêdetirî 400 kesî hatine kuştin û nêzîkî 250 kesî jî birîndar bûne.
Lê belê ev amar heta niha ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.
"Dîmen gelekî wêranker bûn"
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kar û Barên Jinan a Efxanistanê Susan Ferguson bi rêya onlayn beşdarî bultena Rûdawê bû.
Susan Ferguson ragihand ku wê piştî bombebaranê ji nêz ve rewşa navenda tenduristiyê dîtiye û got:
"Îro ez bi otomobîlê di ber wî cihî re derbas bûm. Ez diçûm civîneke din. Dîmen gelekî wêranker bûn. Gelek malbat li wir bûn û hewl didan hezkiriyên xwe bibînin."
Pakistan tohmetan red dike
Pakistan van tohmetan red dike û dibêje ew "ne rast û şaş" in.
Berpirsên Pakistanê didine zanîn ku êrişan navendên çekdarên ser bi Talîbana Pakistanê ve kirine armanc.
Wan diyar kir ku ti cihên sivîlan bi qestî nehatine armanckirin.
Ev bûyer nîşana bilindbûna aloziyên di navbera Pakistan û Efxanistanê de ye.
Niha Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêkolîneke serbixwe dike û bangî hemû aliyan dike ku sivîlan biparêzin.
Rûdaw