Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin

.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq ragihand ku destûra wan a çavdêrîkirina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê nîne.

Ferhan Haq diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî tenê hevkariyeke teknîkî ya bihêz pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dike.

Haq bersiv da pirsên Rûdawê û behsa rola Neteweyên Yekbûyî ya teknîkî kir û got, "Em hevkariyeke teknîkî ya bihêz a hilbijartinê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê dikin.”

Ferhan Haq da zanîn ku ev karê wan ji sala 2004an ve di 17 hilbijartinên berê de jî berdewam bûye.

Li gorî Ferhan Haq, Neteweyên Yekbûyî bi vê hevkariya teknîkî piştgiriyê dide hewlên Komîsyonê.

Ferhan Haq got, armanca sereke bipêşxistina şefafî, berfirehî û baweriyê di pêvajoya hilbijartinê de ye.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî behsa beşdarbûna komên çekdar di hilbijartinên Îraqê de jî kir û got, "Tomarkirina partiyên siyasî û hevpeymaniyan ji bo hilbijartinan pêvajoyeke neteweyî ye."

Ferhan Haq destnîşan kir ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan vê pêvajoyê li gorî yasa û rêzikên Îraqê bi rê ve dibe.

Biryar e hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an bên kirin.

Nêzîkî 20 komên çekdar jî dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Divê bê gotin ku hinek ji van koman bi eşkere û bi lîsteyên xwe, hinek jî di çarçoveya lîsteyên din de beşdarî hilbijartinan dibin.

Siyaset Haberleri

Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin