Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja duşemê li New Yorkê ji bo wê krîza aborî ya cîhanî ya ku ji ber şerê Îranê çêbûye çareseriyek pêşkêş kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got:
"Meha Adarê min tîmeke kar ava kir da ku mekanîzmayeke pratîk deyne û pêşniyar bike, di nav de ji bo çareserkirina wan pêdiviyên mirovî yên ku krîza Tengava Hurmizê çêkirine. Ev yek dikare bi lez were bicihanîn.
Piştgiriya navneteweyî ya ji bo vê hewldanê hander e, bi taybetî ji aliyê wan welatên lawaz ve ku dizanin dema xetên girîng ên deryayî asê dibin çi metirsî çêdibin. Tiştê ku niha pêwîst e hevkarî û vîna siyasî ya aliyan e.
Ez ji hemû aliyên pêwendîdar dixwazim ku bi awayekî cidî û avaker beşdar bibin. Ev mekanîzma ne cihgirê vegerandina temam a maf û azadiyên deryavaniyê ye.
Her wiha ne cihgirê wan çareseriyên siyasî ye jî ku ji bo bidawîanîna van aloziyan pêwîst in lê ev gava destpêkê ya pratîk e."
Guterres li ber kamerayên medyaya cîhanî eşkere kir ku dê plana wî destpêkê rê bide derbasbûna gubreyê kîmyewî û kel û pelên xav ên bi di Tengava Hurmizê re pêwendîdar. Paşê jî dibe ku ji bo kel û pelên din berfireh bibe.
Li gorî planê, Neteweyên Yekbûyî dê keştiyên bazirganiyê tomar û kontrol bike. Her wiha dê li Umanê navendeke hevahengiyê ava bike.
NY amade ye bibe "hêsankareke bêalî"
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna rojnamegeriyê ya rojane de li ser pêşniyarê agahiyên zêdetir dan.
Rûdaw: Ma em dikarin bibêjin ku ev yek bi razîbûna Îranê ve girêdayî ye? Eger Îran razî nebe ev pêk nayê?
Stephane Dujarric: Bê guman, divê aliyên vê milmilaneyê û ew dewletên ku hevsinor in li hev bikin. Tiştê ku em pêşniyar dikin ne mekanîzmayeke çespandina aştiyê ye. Ew mekanîzmayek e ji bo hêsankirina veguhastina xwarin û kel û pelên din a di tengavê re.
Sekreterê Giştî îro li ser bandora milmilaneyê ya li ser xelkê herî lawaz ê cîhanê gelekî zelal bû. Astengkirina hatin û çûyînê ya li Tengava Hurmizê û li Deryaya Reş, kî bacekê dide?
Ew kesên ku şiyana wan a darayî herî kêm e lê ev mekanîzma dewletên endam ji pêbendiyên wan ên li beramberî yasaya navneteweyî azad nake. Her wiha pirsgirêkên deryavaniyê yên li Tengava Hurmizê û Deryaya Reş jî di nav de ne.
Cezayên nû û Îran
Ofîsa Rûdawê ya Neteweyên Yekbûyî pêwendî bi balyozxaneyên Amerîka û Îranê yên li Neteweyên Yekbûyî re danî. Lê heta amadekirina raporê ti bersiv wernedigirtiye.
Heman rojê, îdareya Trump çend cezayên nû yên aborî bi ser Îranê de sepandin.
Hîn ne diyar e bê ma Îran dê di bin van cezayan de bi pêşniyara Neteweyên Yekbûyî razî bibe yan na.
Rudaw