Neteweyên Yekbûyî: Divê Hikûmeta Sûriyeyê kêmneteweyan biparêze

.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser vekişîna hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got, "Giring e ku Hikûmeta Sûriyeyê bikaribe hebûna dewletê li seranserê Sûriyeyê bi awayekî ku bikaribe hemû gelên Sûriyeyê, di nav de kêmnetew, kêmîneyên olî û etnîkî biparêze."

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê de li ser vekişîna hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Xeze û Îranê pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr bersivandin.

Rudaw: Spas dikim, we jî pirsa min pirsî, lê dûvreçûnek bilez, gelo ev yek Sekreterê Giştî (Antonio Guterres) metirsîdar dike derbarê ewlehiya ku çalakvanên wekî Greta Thunberg ber bi Xezeyê ve diçin.

Stephane Dujarric: Bê guman, em ji bo ewlehiya gelek kesan dilgiran in. Em hêvî dikin ku çi bikin bila aştiyane be û em hêvî dikin ku çi bikin bila bikin, ew bi ewlehî bikin û ew nekevin xetereyê.

Rudaw: Mijarek din. Li gorî raporan, Pentagonê piştrast kir ku Ameîrka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm dike. Gelo ev tiştek e ku Sekreterê Giştî pêşwazî dike? Û ji bilî vê, gelo ew ji her artêşeke biyanî vê yekê hêvî dike?

Stephane Dujarric: Binêrin, ez wisa difikirim ku giring e ku Sûriye bikaribe axa xwe kontrol bike, her wiha hikûmeta demkî bikaribe hebûna dewletê li seranserê Sûriyeyê bi awayekî ku bikaribe hemî gelên Sûriyeyê, di nav de kêmnetew, kêmneteweyên olî û kêmneteweyên etnîkî biparêze. Her wiha hemî kesên ku dibe ku xwe wekî temsîlkirî hîs nekin jî biparêze.

Rudaw: Mijarek din, li gorî New York Timesê, Amerîka rêbazek nû ji bo bernameya nukleerî ya Îranê pêşniyar dike. Yanî, bi bingehîn, wan xwest ku sotemeniya nukleerî li derveyî Îranê hilberînin û di heman demê de hewl didin ku pêşî li Îranê bigirin ku ûranyûmê ji bo armancên çekan bi kar neyne. Gelo Sekreterê Giştî li ser vê pêşniyariyê çi difikire?

Stephane Dujarric: Belê, Em li ser pêşniyar û niqaşên ku em rasterast tê de beşdar nînin şîrove nakin. Yanî, me nûçeya New York Timesê xwendiye û em dê bibînin ka li ser çi lihevkirin dê çêbibe.

RUDAW

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin