Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di daxuyaniyekê de derbarê Plana Xezzeyê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin de got, "Artêşa Îsraîlê wê li Xezzeyê bimîne" û ew "avakirina dewleteke Filistînî qebûl nakin."
Netanyahu serdana xwe ya Amerîkayê wekî "serdaneke dîrokî" bi nav kir û diyar kir ku wan encamên girîng bi dest xistine û got, "Li şûna ku em destûrê bidin Hamasê ku me îzole bike, me mase guherand û Hamas îzole kir."
Netanyahu destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê wê li gorî Plana Xezeyê ya ku Trump ragihandiye li Xezzeyê bimîne û got, "Tevahiya cîhanê, tevî cîhanên Ereb û Misilman, niha zextê li Hamasê dike ku şertên ku me bi hev re bi Trump re danîne qebûl bike. Bi vî awayî, dema ku Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) wê li Xezzeyê bimînin, hemû rehîne, sax û mirî, wê werin vegerandin."
Netanyahu di bersiva pirseke kesê li pişt kamerayê de derbarê qebûlkirina avakirina dewleteke Filistînî de got, "Bi tevahî na. Tiştekî wisa di peymanê de tune. Me gotiye ku em bi tundî li dijî dewleteke Filistînî ne. Serok Trump têgihîştina xwe ya li ser vê yekê anî ziman. Bê guman, em ê jî qebûl nekin."
Kurdistan Haberleri
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin