'Nêçîrvanên peyvan' li Qoserê civiyan: 80 hezar peyv hatine tomarkirin

.

Zimanzanên ku endamên Komxebata Kurmanciyê ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ne, ji bo berhevkirina peyvên nû li Qosera Mêrdînê civiyan.

Civînê hefteyekê ajot. Di civînê de ji sê parçeyên Kurdistanê jî zimanzan amade bûn.

Vê carê peyvên ku li navçeya Depê ya Xarpêtê tên bikaranîn lê li herêmên din nayên zanîn hatin standartkirin.

Civîna 74an li Qoserê hat lidarxistin

Koma Kurmanciyê ku di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de kar û barên standartkirinê dimeşîne, civîna xwe ya 74an li Qosera Mêrdînê li dar xist.

Di civîna ku 7 rojan ajot de, vê carê peyvên herêma Depê ya Xarpêtê yên ku li herêmên din nayên zanîn yek bi yek hatin nirxandin.

Ev peyv hatin standartkirin û li xezîneya peyvan hatin tomarkirin.

Endama Koma Kurmanciyê ya ji Bakurê Kurdistanê Îklîm Oralê li ser mijarê axivî û got:

“Îro civîn li ser herêma me pêk hat. Îro babeta min bû. Min peyvên ku kom kiribûn pêşkêş kirin.

Ez dikarim mînakekê bidim. Meseleya peyva 'kil' li aliyê me heye û ji bo keç ango qîzan tê bikaranîn.

Mesela dema yekê got 'Tu kila kê yî?', yanî 'Tu qîza kê yî?' Heta niha ev peyv nehatiye bihîstin.

Bawer im li Başûr, Rojava, ji hêla Mêrdînê û ji Êrîvanê nebihîstine. Min ew anî û li ferhengê zêde kir.”

"Ev kar di rastiya xwe de karê dewletan e"

Endama Koma Kurmanciyê ya ji Bakurê Kurdistanê Feray Olçerê jî bal kişand ser zehmetiya karê wan û wiha axivî:

“Ev karê ku tê kirin di rastiya xwe de karê dewletan e. Her kes bi dildarî û bi dilxwazî beşdarî van civînan dibe.

Ji ber ku karê dewletan e, budçe lazim e û organîzasyon lazim e. Kar karekî gelekî girîng û mezin e lê niha li ser milê şexsan e.“

Ji sê parçeyên Kurdistanê û Sovyeta Berê beşdarî çêbû

Ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û her wiha ji Sovyeta Berê jî zimanzanên Kurd amade bûn.

Ji ber rewşa taybet tenê ji Rojhilatê Kurdistanê kes beşdar nebû.

Endamê Koma Kurmanciyê yê ji Êrîvanê Têmûrê Xelîl li ser bandora welêt a li ser zimên got:

“Hinek gotin hene ku min beriya 30-40 salan ji pîrika xwe bihîstibûn lê min 30-40 sal in bi kar nedianî li vir tên bîra min. Ji ber ku ruhê welêt mirovan dikişîne.”

"Zêdetirî 80 hezar peyvan dane hev"

Endamê Komxa Kurmanciyê yê ji Başûrê Kurdistanê Fazil Omer jî li ser heman xebatê anî zimên:

“Wextê tu di xebatekê de peyvên hemû parçeyên Kurdistanê kom dikî, te bivê te nevê tu ferhengeke seranserî çêdikî.”

Endamê Koma Kurmanciyê yê ji Rojavayê Kurdistanê Selam Nûman jî qebareya xebatê diyar kir û got:

“Ez texmîn dikim heta niha me zêdetirî 80 hezar peyvan dane hev.”

"Nêçîrvanên peyvan"

Endamên vê komê di nava Kurdan de wekî "nêçîrvanên peyvên Kurmancî" tên naskirin.

Her peyva ku tê standartkirin di kovara salane ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de tê çapkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Herêma Kurdistanê deriyê hawerdekirina benzînê hat vekirin
Li Kirmaşanê kolberek hat kuştin
100 dadwerên Rêveberiya Xweser ji bo entegrasyonê diçin Şamê
Heyder Feylî: Herêmên Kurdên Feylî yên herî feqîr in
Abdullah Încekan berhema Goethe wergerand Kurdî: ‘Dîwana Şerq û Xerbî’