Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack peywendiyên Hewlêr û Waşintonê nîqaş kirin

.

Di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack civiya. Di vê civînê de jî, paşeroja peywendiyên Bexda û Hewlêr bi Waşintonê re û xetera şerê herêmî li ser Iraqê hatin nîqaş kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir ku eşkere kir: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) di çarçoveya karnameya xwe de li Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan paşeroja peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re, pêşveçûnên dawiyê yên rewşa Sûriyeyê û rewşa Kurdan li wî welatî nîqaş kirin, herwesa dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûnên Rojhilata Navîn û encamên şer li ser ewlehiya deverê li hev guhertin.

Amaje bi wê yekê jî da ku, her du aliyan bal kişand ser bandora şer li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, herwesa tekez li ser girîngiya hevahengî û karkirina berdewam ji bo çespandina aştiyê û parastina aramî û tenahiyê li deverê kir.

Çend mijarên din jî yên ji bo her du aliyan girîng mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

Tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê di Korbenda Antalyayê de di demekê de ye ku, Rojhilata Navîn di nav krîzeke mezin a ewlehiyê de derbaz dibe. Hevdîtina ligel Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Karûbarên Sûriyeyê jî nîşana giringiya rola Herêma Kurdistanê di çareserkirina dozên herêmî û parastina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ye. Ev bizavên dîplomatîk wekî bizavekê ne ji bo dûrxistina Herêma Kurdistanê ji agirê şer û bihêzkirina hevpeymaniya stratejîk ligel Amerîkayê.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir