Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî paşeroja Kurdan gotûbêj kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê mafên Kurdan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê parastî bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pisgirêka Kurdan û rewşa pêkhateyên din ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan di civînê de erbarê gotûbêjên HSDyê yên bi Şamê re, gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê nêrînên xwe anî ziman.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdan û çareserkirina kêşeyên wan bi rêya diyalog û lihevkirinê kir da ku mafên Kurdan li Sûriyeyê parastî bin.

Ji aliyê din ve, Mezlûm Ebdî ji bo piştgiriya wî ya ji bo mafên Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Şamê re spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Siyaset Haberleri

Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin
Amerîka: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be
Amedsporê Beşîktaş têk bir û derket lûtkeya Superlîgê
Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Me û Îraqê li ser fînansekirina Rêya Bipêşketinê li hev kir
Li Berlînê Partiya Çep bi ser ket: Îhtimal heye 5 Kurd bikevin parlamentoyê