Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî hevdîtinek kir.

Hevdîtin îro li Hewlêrê hat kirin.

Rewşa Sûriyeyê û Kurdan

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di vê civînê de rewşa Sûriyeyê, Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî her wiha “pêşhatên li herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê” nirxandin.

Spasiya Mezlûm Ebdî

Mezlûm Ebdî ji bo piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê spasiya xwe diyar kir.

Hewlên ji bo çareseriyê

Wan di civînê de bal kişand ser pêdiviya diyalog û têgihiştina navbera aliyên Kurd ên li Sûriyeyê da ku pirsgirêkên bi Şamê re bên çareserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, “çend mijarên din ên girîng ên her du aliyan” jî bûn mijara civînê.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir