Nêçîrvan Barzanî û Macron: Divê di destûra Sûriyeyê de mafên Kurdan bên parastin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê got, “Ez dilxweş bûm ku min îro hevalê xwe Emmanuel Macron li Munîhê dît.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir, wî ji bo piştgiriya domdar a Fransê ya ji bo aştî û ewlehiyê spasiya Macron kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan, rûdanên siyasî û ewlehiyên yên li herêmê û rewşa Sûriyeyê nirxandiye û wan gotiye ku “Divê mafên Kurdan di destûra bê ya Sûriyeyê de werin parastin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li Almanyayê ye.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê salane bi beşdariya gelek serok û rayedarên payebilind ên welatan tê lidarxistin û derfetek e ji bo nîqaşkirina mijarên ewlehî, aramî û pirsgirêkên cîhanî.

Konferansa îsal di navbera 13 û 15ê Sibatê de tê lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin