Nêçîrvan Barzanî û ENKS civiyan: Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî pêdiviyek e

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Mijdarê li Hewlêrê pêşwaziya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) kir ku Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl serokatiya wê dikir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, şanda mêvan bi kurtî behsa pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiya meydana Sûriyeyê, rewşa Kurdan û pêkhateyên din ên welat kir û bal kişand ser rol û pêgeha ENKSê di pêvajoya siyasî û danûstandinan de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tevî tekezkirina piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê ji bo pêvajoya danûstandinan ragihand: "Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî niha pêdivîtiyek e.”

Serokê Herêma Kurdistanê got ku, parastina mafên hemû pêkhateyan û dabînkirina pêkvejiyanê yekane rêya bidestxistina aramî û pêşketina Sûriyeyê ye.

Şanda ENKSê jî ji aliyê xwe ve pesnî rola berdewam û bibandor a Nêçîrvan Barzanî kir, ji ber hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyeyê û piştgiriya ku Herêma Kurdistanê jê re dike.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin