Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike

.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê erkdarkirî yê Îraqê ji bo pêkanîna hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyan bike tekezî li ser girîngiya xurtkirina gotûbêjên hêzên siyasî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê erkdarkiriyê yê Îraqê Elî Zeydî li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî behsa çend dosyeyên cuda kiriye, bi taybetî jî pirsa avakirina hikûmeta nû ya Îraqê.

"Divê xizmeta hemû pêkhateyan bike"

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê de, her du aliyan tekezî li ser "girîngiya xurtkirina gotûbêjên di navbera hêzên siyasî de kiriye ji bo pêkanîna hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyên Îraqê bike û daxwazên wan pêk bîne."

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, rêkxistina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûr û yasayên di meriyetê de hat gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir