Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li hev civiyan

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebû Debiya paytexta Îmaratê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayd Al Nehyan re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Îmaratê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û xurtkirina asoyên hevkariya navbera wan a di hemû waran de hatine gotûbêjkirin.

Hat destnîşankirin ku ev hevkarî dê “di xizmeta berjewendî û bipêşketina her du aliyan de” be.

Pêşhatên herêmê û aramî

Her du aliyan li ser rûdanên dawî û encamên metirsîdar ên rewşa herêmê ya li ser ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî bîr û rayên xwe parve kirin.

Wan di vê çarçoveyê de bal kişand ser girîngiya karê bihevreyî û xurtkirina hevahengî û hevkariya hevpar da ku aramî were parastin û metirsî werin dûrxistin.

Di civînê de her wiha “çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in” jî hatin nirxandin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir