Nêçîrvan Barzanî têkildarî şehîdbûna 2 pêşmergeyan daxuyanî da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber êrîşa duh a DAIŞê ya li dijî hêzên Pêşmerge li sînorê Germîyanê û şehîdbûna du pêşmergeyan peyameke sersaxîyê belav kir.

Navenda Nûçeyan - Nêçîrvan Barzanî di vê peyama sersaxîyê de xemgînîya xwe û herwiha hevxemîya xwe bo malbatên herdu pêşmergeyên şehîd nîşan daye û ragihandîye: “Sersaxîyê ji malbat û kesûkarên herdu şehîdên pêşmerge yên qehreman Sorkêw Reşîd û Îsmaîl Faris re dixwazim ku li sînorê bajarokê Kolecoyê li Germîyanê di rûbirûbûna li gel terorîstên DAIŞê de canê xwe feda kirin û şehîd bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Ez hebeşê xema wan im, xwedayê mezin rihê şehîdan şad bike û sebrê bide malbat û kesûkarên wan ên serbilind.”

Şeva bihorî derengîya şevê li sînorê bajarokê Koleco yê li devera Germîyanê, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Pêşmerge kiribûn.

Hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiv dabûn û ew êrîşa DAIŞê têk biribûn, lê di encama rûbirûbûnê de 2 Pêşmerge şehîd bibûn.

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin