Nêçîrvan Barzanî Namo Fazil pîroz kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li lîstikvanê hunerên şer ên têkel (MMA) Namo Fazil pîroz kir.

Namo Fazilê lîstikvanê jêhatî yê Kurd ê MMAyê di çalayakiya yekemîn a werzişî ya platforma Netflixê de li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê, bi alaya Kurdistanê li hemberî hevrikê xwe yê Amerîkayî Jake Babianserkeftineke mezin bi dest xist.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got, "Ez pîrozbahiyeke germ li qehremanê navneteweyî, xortê jêhatî yê Kurd Namo Fazil dikim ji bo wê serkeftina mezin a ku di hunerên şer ên têkel (MMA) de li Amerîkayê bi dest xistiye.

Ez hêvî dikim serkeftinên wî berdewam bikin û mezintir bibin."

Berê sibêya roja yekşemê Namo Fazil di maça MMAyê ya li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê de bi alaya Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist.

Namo li salona "Intuit Dome"ê li hemberî rikaberê xwe yê Amerîkayî Jake Babian derket.

Di raunda yekem de Babian gelekî êrişkar dest pê kir û bi lêdanên xurt guvaş xist ser Namo lê lîstikvanê Kurd bi tektîk û berxwedaneke mezin li ber xwe da.

Bi teknîka "Anaconda Choke" bi ser ket

Werçerxana mezin di raunda duyem de çêbû.

Di xuleka 58an a vê rundê de Namo Fazil bi zîrekiyeke mezin kontrola maçê girt destê xwe û bi teknîkeke zehmet a ku wekî "Anaconda Choke" tê naskirin qirika rikaberê xwe girt.

Babian li ber vê guvaşa tund nekarî li ber xwe bide û berî ku zerereke mezin bibîne bi destê xwe îşaret da û teslîm bû.

Ev teknîka ku Namo bi kar aniye navê xwe ji marê "Anakondayê" werdigire çimkî mîna wî marî qirika rikaberê xwe digire û wî neçarî teslîmbûnê dike.

Rêya ber bi UFCyê ve

Bi vê serkeftinê, niha tomara Namo Fazil gelekî xurt e; 10 serkeftinên wî hene û tenê carekê zora wî çûye.

Ev destkefta mezin a ku bi awayekî zindî li ser Netflixê hat weşandin, rê ji bo Namo vekir ku di paşerojeke nêzîk de di rêza pêşîn a lîstikvanên cîhanî yên UFCyê de cih bigire.

Ev serkeftina dîrokî di nav qêrînên "Kurdistan, Kurdistan" ên spîker û beşdaran de hat tomarkirin.

Niha Namo Fazil wekî yek ji stêrkên geş ên MMAyê li Amerîkayê tê naskirin û wî karî careke din navê Kurdan di navendên werzişî yên cîhanî de bilind bike.

Namo Fazil piştî serkeftina xwe ya mezin a îro di nav qefesa şer de axivî û got:

"Me gelekî qal kir, me gotina xwe bi ciha anî.

Niha ez amade me ku sibe dîsa şer bikim, bi her kesî re û li her derê."

Siyaset Haberleri

Ferhad Têlo: Para Kurdan di Parlamena Sûriyê de divê herî kêm 40 kursî be
Li Enbarê 7 gorên bikom hatin dîtin
Li Tehranê xelkê fêrî bikaranîna çekan dikin
Amerîkayê 5 mercên xwe diyar kirin: Pêşmercên Îranê çi ne?
Şivan Perwer piştî nîqaşa Mem Ararat û KOM Muzîkê axivî