Nêçîrvan Barzanî: Lihevkirina li Sûriyeyê gaveke girîng û rast e

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo lihevkirina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev lihevkirin ji bo rawestandina şer, tevlîkirina saziyên leşkerî û îdarî, mîsogerkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd û vegera koçberan a ji bo warên wan hatiye kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê ev gav wekî "gaveke girîng û rast" a ber bi çareseriya aştiyane û bidawîkirina aloziyan pênase kir û got,"Me her tim teqez kiriye ku diyalog, lihevtêgihiştin û rêya çareseriya siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ku di berjewendiya hemû aliyan de be."

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku ev lihevkirin zemîneyeke xurt ji bo aramî, aştiya civakî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de ava dike.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe anî zimên ku ev lihevkirin bibe sedema avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra pêşerojê de û pêkanîna aramiya li Sûriyeyê û hemû herêmê.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin