Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê pîrozbahî li Charles kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li şahê Brîtanyayê Charles III kir ku bi merasimeke olî li dêra dîrokî ya Westminster Abbey ya Londonê tac danî li ser serê xwe.

Li paytexta Brîtanyayê bajarê Lodanê îro Şemiyê 6ê Gulana 2023yan, Şahê Brîtanyayê Charles III bi merasîmeke olî ya ku li Dêra dîrokî ya Westminster Abbey tac wergirt.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, ez li ser navê gelê Kurdistanê bi dil û can pîrozbahiyê li şah Charles III dikim.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya  pîrozbahî de got: “Ez di wê baweriyê de me ku peywendiyên di navbera Kurdistan, Iraq û Brîtaniyayê de dê di serdema şah Charles III de bihêztir bibin.”

https://twitter.com/IKRPresident/status/1654819886886191104?s=20

Kurdistan Haberleri

Li mizgeftên Tirkiyeyê xutbeya bi navê “biratî” hat xwendin
Mihemed Hacî Mehmûd: Ji bo parastina Iraqê, çareserî sîstema konfederalî ye
Serokerkanê Iraqê Fermandariya Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê hilweşand
Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bo zêdekirina pişka Kurdistanê ya ji petrola xav em di gotûbêjan de ne
Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera komkujiya Sêmêlê de peyamek belav kir