Nêçîrvan Barzanî li ser cezakirina Celadê Kurdan peyamek belav kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku biryara cezakirina Ecac Tikrîtî “serkeftin û bicihatina dadperweriyê ye û bi kêmanî teselîdana malbatên qurbaniyên Enfalê ye.”

Dadgeha Resafeyê îro cezayê bidarvekirinê li Ecac Tikrîtî birî ku bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê naskirin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, "Ez destxweşiyê li dadwer, parêzer, şahidên wêrek û hemû ew kesên ku bûne alîkar dikim da ku tawanbar (Ecac Tikrîtî) bigihîje cezayê xwe yê yasayî."

"Peyameke zelal e"

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de anî zimên:

"Cezakirina vî tawanbarî ya piştî ew qas salan, peyameke zelal e ku tawanên komkujî û li dijî mirovahiyê yên derheqê gelê Kurdistanê de ti carî kevn nabin û destê dadperweriyê her digihîje tawanbaran.

Îro careke din hat îsbatkirin ku îradeya maf û jiyanê ji hemû zilm û hovîtiyê bihêztir e."

Banga qerebûkirinê

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser erkê Bexdayê kir û banga qerebûkirina qurbaniyan kir:

"Her bi vê boneyê em tekez dikin ku pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê erkê xwe pêk bîne û bi awayekî madî û manewî qurbaniyên Enfalê qerebû bike.

Çimkî Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ev komkujî wekî komkujî nas kiriye."

Di dawiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:

"Bîranîna şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê her tim bilind, giyanê wan şad û asûde be."

Îro Dadgeha Bilind a Tawanan Îraqê ji ber tawana kuştin û şkencedana qurbaniyên Kurd ên Enfalê yên li Zindana Nûgreselmanê, cezayê darvekirinê da Ecac Tikrîtî.

Kurdistan Haberleri

PWK: Ji bo rêzlêgirtina mîr Celadet Bedirxan werin semînerê
Li Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî bi muzîk û gotûbêjan tê pîrozkirin
Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoya yekbûna Pêşmergeryan bi awayê pêwîst berdewam nake
QAMIŞLO - ‘Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake’
Cezayê Celadê Kurdan diyar bû