Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Jîngehê peyamek belav kir

.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, "Erka me hemûyan e ku di navendên perwerdeyê, malbat, medya û saziyan de, bi hev re ji bo belavkirina çanda parastina jîngehê û kêmkirina metirsiyên li ser xwezaya welatê xwe bixebitin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Jîngehê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

"Îro di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, ez silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû jîngehparêz, rêxistin û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê dikim ku bi dilsozî ji bo parastina xweza û jîngeha bedew a welatê me dixebitin."

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku parastina jîngehê û rûbirûbûna bandorên guherîna avhewayê, tenê ne erkê hikûmetê ye, di heman demê de berpirsyariyeke mezin a niştimanî û mirovî ya hevbeş e û da zanîn:

"Erkê me hemûyan e ku di navendên perwerdeyê, malbat, medya û saziyan de, bi hev re ji bo belavkirina çanda parastina jîngehê û kêmkirina metirsiyên li ser xwezaya welatê xwe bixebitin."

Hevkariya bi Bexdayê re

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim ji bo hevkariya bi hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî re pêbend e û diyar kir, ev hevkarî ji bo standina rêkarên pêwîst e ku çavkaniyên xwezayî werin parastin û jîngeheke tendurist û paşerojeke baştir ji bo nifşên bê were misogerkirin.

Dîroka Roja Jîngehê

Roja Cîhanî ya Jîngehê sala 1972yan wekî bersiveke ji bo zêdebûna pîsbûna cîhanê, rijandina petrolê û xirabbûna jîngehê hat ragihandin.

Neteweyên Yekbûyî di Konferansa Dîrokî ya Stockholmê de ev roj wekî Roja Cîhanî ya Jîngehê diyar kir.

Armanca vê rojê hişyarkirina cîhanê, teşwîqkirina gavên siyasî û çêkirina kelecanê ya di nava civakan de ye ku gerestêrka me were parastin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Ebas Eraqçî: Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
Li Efrînê ji bo parastina şûnwarên dîrokî kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin
Îran: Me li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêr û Urdinê li xist
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin