Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Di peyama ku li ser hejmara xwe ya fermî ya tora civakî X’ê (X.com) hatiye weşandin de, Barzanî sersaxî li xanim Leyla Zana û hemû malbat, kesûkar û hevalên rehmetî xwest.
Barzanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Mehdî Zana ya di dîroka siyasî de û qala xebatên wî yên demdirêj kir. Di peyamê de ev nirxandin hatin kirin: “Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû, salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirin û di vê rêyê de gelek qurbanî dan.”
Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bi malbat û hezkiriyên wî re anî ziman û destnîşan kir: “Hevparê xema malbat, kesûkar û hevalên wî me; ji Xwedayê mezin hêvî dikim canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”