Nêçîrvan Barzanî ji bo Foruma Dîplomasiyê gihîşt Antalyayê

.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî vê êvarê ji bo beşdarbûna Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) wekî mêvanekî fermî gihîşt Antalyayê.

Di daxuyaniya Serokatiyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya forumê de li gel serkirdeyên cîhanê û rayedarên payebilind bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:

"Serok Nêçîrvan Barzanî dê ji bo gotûbêjkirina rewşa herêmê û mijarên cuda yên girêdayî berjewendiyên hevpar, li gel serkirde, rayedarên payebilind ên hikumetan û beşdarên forumê hejmarek hevdîtin û civînan pêk bîne."

Zêbarî û Ebdulazîz jî li Antalyayê ne

Ji Herêma Kurdistanê her wiha Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî û Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) Îrfan Elî Ebdulazîz jî di nav vexwendiyan de ne.

Forum di navbera 17-19ê Nîsana 2026an de di bin sîwana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û bi mazûvaniya Wezareta Karên Derve de tê lidarxistin.

Îsal beşdariyeke rekorî heye.

Nûnerên ji zêdetirî 150 welatî û 75 rêxistinên navneteweyî dê beşdarî lûtkeyê bibin.

Her wiha dê zêdetirî 20 serokdewlet û serokwezîran û 50 wezîr amade bin.

Tê pêşbînîkirin ku hejmara giştî ya beşdaran bigihîje 5 hezar kesî.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir