Nêçîrvan Barzanî: Helkewt Ezîz nûçegihanekî jêhatî û dilsoz bû

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.

Helkewt Ezîz îro piştî ku li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de barhilgirekê li otomobîla wî dabû û bi giranî birîndar bûbû piştî nîvroyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.

“Xizmeteke zêde li qada medyayê kir”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pesnê xebatên Helkewt Ezîz da û wiha got:

"Ji ber koça dawî ya medyakar û berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê ya Bexdayê, xwedêjêrazî Helkewt Ezîz ku mixabin ji ber qezayeke diltezîn a trafîkê canê xwe ji dest da, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevkarên wî re dixwazim.

Xwedêjêrazî Helkewt Ezîz, nûçegihanekî jêhatî, dilsoz û çalak bû ku xizmeteke zêde li qada medyayê kir.

Ez ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku giyanê wî bi dilovanî û mihrîbaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan."

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir