Nêçîrvan Barzanî: “Gihîştandina mirovan veberhênana herî baş e.”

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derçûna xwendevanên îsal yên Zankoya Kurdistanê de, di axaftina xwe de got:

“Hêza rastî ya welatan ne tenê artêş û aboriya wane, di heman wextê de di hêza nerm, zanîst (ilm) û zaniyariyê de ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îşev (30 Cotmeh 2025) tevlî merasima derçûna xwendevanên zankoya Kurdistanê bû. Ji 4 fakulte û beşên cuda 526 xwendevan derçûn û Barzanî di merasimê de xwendevanên derçûyî, malbatên wan û mamosteyên wan pîroz kir.

Barzanî behsa rola xwendeavan ya di xizmeta Kurdistanê de, bo pêşdeçûna Kurdistanê bi kapasîta xwurt û girîng bi nav kir û got ku dahatûyan gelane û behsa damezrandina zankoyê û vizyona wê ya di pêşdeçûna zanista civakê de kir. Barzanî got:

“Erbîl 19 sal berê bi kalîta bilind û standardên zanistî xwediyê vîzyonekiye. Armanc avakirina herî baş bû. Di nav de zanist û inovasyon gihane hev, ramanên azad, zelalî û fikra rexneyî heye. Di pêşde serpereştiyê bike, cesareta sitendina biryaran hebe û ji bo gihîştandina ciwanên hewldaner be.

Derçûyên zankoyan %90 û %99ên wan dikarin kar peyda bikin. Min her wext baweriyê bi gihîştandina mirovan anî û ez bawerim gihîştandina mirovan karê herî pîroz e…Mirov welat û civakê pêş dixin û welat zindî dihêlin. Bila fêmkirin hebe, ne jiberkirin, bila inovasyon be, ne dubare be.”

Barzanî got ku pêwiste sîstemna perwerda Herêma Kurdistanê li gor pêdiviyên çaxê xwe nûh bike û weha dewam kir:

“Sîstemekî ku bingeha wê hebe, armanc hînbûn be û hînkirin be, ne ji bo dîplomayê be. Bila hîn bikin ne ezberkirin be…Pîvana zankoyan bi bandora wan ya li ser civakêye, em dixwazin zankoyên me bibin dînamîzma Kurdistanê. Her wext bila bibin dika ronakbîriyê, ilm û ramanan. Ji ber millet bi ilmê û zanînê tên afirandin…

Bi cesaret bikevin nav jiyanê û dinyayê. Di karyera xwe de bibin lîder. Bi qiymetên xwe re sadiq bin…Ji Kurdistanê hez bikin, welatê we ye. Li dahatûya welatê xwe bi hêvî binêrin, pêşde herin û dahatûya xwe ava bikin.”

Kurdistan Haberleri

Îro 10 sal di ser weşana Kanala Kurdistan24ê re derbas dibin
Li bajarê Wanê balyozxana (konsulxane) Îranê vekirin
Wezîrên Parastinê yên DYA û Çînê civiyan
Li Wanê Konsulxaneya Îranê vedibe
Komên çekdar li Efrînê dest datînin ser dikanên pîşesaziyê